Öneride bulun

Qutiya Dil

Hunermend Seyda Perînçekê ku piranî bi mûzîka xwe tê naskirin, Qutiya Dilê xwe, bi helbestan ji me re vedike. Seyda Perînçek, bi çapa 2'yemîn ya pirtûka xwe, digel stranan, di şiîran de jî hunera xwe nîşanî me dide. Helbestên wî bi hestên netewî ava bûne, di her rista Qutiya Dil de têkoşîneke li hember zilmê heye. Lewre ciwaniya emrê wî reş kirine:

“Min evîna xwe li bajarekî şewitî dît
Dest û lingên wê li aliyekî
Serê wê li aliyekî bû
Diperpitî dilê wê
Mîna çûkên birîndar...”

Hozanê navdar Seyda Perînçek, trajediya zarokên bê dev û ziman jibîr nekiriye. Gotinên wî, neheqiya ku li dilên piçûk hat kirin, li xwediyên wan vedigerîne: “Hûn hêrs dibin/Mîna birûskên ezmanan/Têne xezebê/Û bi min de diteqin/Bê ser û bê dem/Hûn mamosteyên min in, qaşo/Yên edeb û terbiyeyê/Lê ez hînî tirsê bûm, bi saya serê we/Zarokekî biçûk im, ez...”

Wek wezîfeyeka hunermendiyê, Seyda Perînçek li dijî kirinên zordestan ne bê deng e. Hêviya helbestvên ew e ku erd û ezman jî li hember vê zilmê xwe kerr neke:

“Ey mindayê mezin
Çima roj naçirîne kirasê xwe?
Çima birûsk naqîrin?
Çima natefin stêrk?
Û çima
Hulorîkan nabarînin ewr?
Ma qey kor bûye ezman?”
 
 

Yayın Tarihi
ISBN 9786054497805
Baskı Sayısı 1
Dil KÜRTÇE
Sayfa Sayısı 64
Cilt Tipi Karton Kapak
Kağıt Cinsi Kitap Kağıdı
Boyut 13.5 x 19.5 cm
 
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapavrupa.com/kitap/qutiya-dil/253178.html"> <img src="https://img.kitapavrupa.com/v1/getImage/fn:12104140/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
%
35
indirimli
4,69 €
Liste Fiyatı: 7,22 €
Kargoya Teslim Tarihi: Yaklaşık 9 İş Günü
Kazanacağınız Puan: 186
Okuyacağım (0)
Okuyorum (0)
Okudum (0)

 
KitapAvrupa © 2026
© 2010-2026 Her Hakkı Saklıdır.