Öneride bulun
  Süper Fırsat

Ferhenga Navan (Kürtçe İsimler Sözlüğü)(cep boy)

“Ferhenga Navan“ ku ji aliyê Mustafa Uzun ve hatiye amadekirin, di nav weşanên Avesta de derket. Kitêb ji du beşan pêk tê; navê keçan û navê lawan. Navên bi her sê diyalektên kurdî; kurmancî, zazakî û soranî, cî digrin.
Mustafa Uzun di pêşgotinê de wiha behsa çîroka çêkirina vê ferhengê dike: “…Fikra berhevkirina navên kurdî ji zû de di bîra min de bû. Piştî mirina kekê min Mehmed Uzun, min xebata civandina navan bileztir kir. Dema Xwedê jê razî Mehmed nexweş bû, ew ji bo tedawiya nexweşiya xwe, li nexweşxaneya Venî Vidî ya Diyarbekrê bû. Hingê ez jî qasî 4-5 hefteyan li ba wî mam. Rojekê Dr. Fîkrî Kutlay û xortek hatin oda Mehmed. Di hembêza wî xortî de zarokekî pêçayî hebû. Dr. Fîkrî got: Berî nîv saetê keçeke vî xortî û jina wî hat dinê. Ew dixwazin Mehmed Abê navê wê lê bike. Mehmed raketibû. Fikrî ji wî xortî re got: Tu dibînî Mehmed Abê razaye, hema ez kefîlê wî, bila navê keça te Zerya be, jixwe navê keça Mehmed Abê ji Zerya ye, ew ji vî navî hez dike. Xort bişirî û pirsî, got: Wateya Zerya çi ye? Min got: Bi tirkî Deniz e.
Dema Mehmed şiyar bû, min jê re mesela hatina Dr. Fîkrî û xortê nû bûyî bav kir. Me dest bi sohbeta li ser navên kurdî kir. Min got, divê meriv navên kurdî digel wateyên wan bicivîne û çap bike da ku herkes bikaribe bi hêsanî ji xwe re navan hilbijêre. Mehmed li min nêrî û bi dengekî nerm got: Birako bi gotina divê nabe, hema tu ji îro û pê ve dest pê bike û navan bicivîne. Min jî hema bi carekê de got; de ji te re soz ez ê vî karê bikim. Hêvî dikim ev berhevoka navan dê alîkariya dê û bavan, xwişk û birayan, kal û pîrikan, ap û metan, xal û xaltiyan bike ku ew navekî li gor dilê xwe ji zarokên malbata xwe re, ji bînahiyên çavên xwe re hilbijêrin.“

Yayın Tarihi
ISBN 6055279158
Baskı Sayısı 1
Dil KÜRTÇE
Sayfa Sayısı 160
Cilt Tipi Karton Kapak
Kağıt Cinsi Kitap Kağıdı
Boyut 10.5 x 18 cm
 
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapavrupa.com/kitap/ferhenga-navan-kurtce-isimler-sozlugucep-boy/286945.html"> <img src="https://img.kitapavrupa.com/v1/getImage/fn:252551/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
%
35
indirimli
7,25 €
Liste Fiyatı: 11,16 €
Kargoya Teslim Tarihi: SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Okuyacağım (0)
Okuyorum (0)
Okudum (0)

 
KitapAvrupa © 2025
© 2010-2025 Her Hakkı Saklıdır.