Öneride bulun
  Süper Fırsat

Roja Nu u Edebiyata Kurdi ya Geleri 1 Çirok u Serpehati

Avesta, hemû tekstên edebiyata kurdî ya gelêrî ku di kovara “Roja Nû” de çap bûne berhev dike û di sê cildan de diweşîne. Kitêba yekem “Çîrok û serpêhatî” ne. Berhem ji aliyê Necat Keskin ve hatine amadekirin.
Roja Nû di 1ê Gulana 1943yan de li Bêrûdê wek rojnameyeke hefteyî dest bi weşana xwe dike. Xwedî û gerînendeyê rojnameyê Kamiran Alî Bedirxan e ku wê demê di Hawar û Ronahîyê de jî dinivîse.
Roja Nû, ligel ku rojnameyeke hefteyî ye û bêhtir bi naveroka xwe ya nûçeyan derketiye pêş û herweha jî tenê 4 rûpel in ku nîvî jê fransî ye, ji aliyê edebiyata gelêrî ya kurdî ve jî gelekî dewlemend e. Çîrok, stranên gelêrî, şer, dûrik, qewl û ayîn, mamik, gotinên pêşiyan ew cureyên edebiyata gelêrî ya kurdî ne ku Roja Nû girîngî bi wan daye û cih daye wan di nav rûpelên xwe de. Hê di hejmara pêşî, di rûpelê serî de Roja Nû bi dûrikên li ber tembûrê dest pê dike. Ev têgihiştin, raman û fikra Kamiran Bedirxan a derbarê edebiyata gelêrî nîşan dide. Ew jî wek rewşenbîrên ewropî "rihê gel"ê xwe di vê edebiyatê de dibîne û loma jî girîngiyê dide wan.
Gava mirov li Roja Nû dinêre vê girîngiyê bi awayekî zelal dibîne û herweha rastî xezîneyeke edebiyata gelêrî a kurdî tê. Di nav vê xezîneyê de 24 çîrokên kurdî, 95 stranên kurdî, 16 qewl û ayîn, 61 dûrik, 2 şer, lorîyek û çend mamik û gotinên pêşiyan cih digirin. Hemû mînak jî me di sê cîldan de tomar kirin. Ev cîlda pêşî ya berdest ji çîrok û serpêhatiyan pêk tê. Ya duyem dê bibe strana kurdî û di ya sêyem de jî dê mînakên din ên wek dûrik-qewl-lorî cih bigirin.
Me xwest em axa li ser vê xezîneyê rabikin û bi awayekî komkirî bînin pêşî xwendevan û kesên bi edebiyata gelêrî ya kurdî re eleqedar.

Yayın Tarihi
ISBN 6052246269
Baskı Sayısı 1
Dil KÜRTÇE
Sayfa Sayısı 136
Cilt Tipi Karton Kapak
Kağıt Cinsi Kitap Kağıdı
Boyut 13 x 19.5 cm
 
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapavrupa.com/kitap/roja-nu-u-edebiyata-kurdi-ya-geleri-1-cirok-u-serpehati/492322.html"> <img src="https://img.kitapavrupa.com/v1/getImage/fn:8012266/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
%
35
indirimli
7,66 €
Liste Fiyatı: 11,78 €
Kargoya Teslim Tarihi: SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Okuyacağım (0)
Okuyorum (0)
Okudum (0)

 
KitapAvrupa © 2025
© 2010-2025 Her Hakkı Saklıdır.