Öneride bulun
  Süper Fırsat

Şopajo

Ji romanê
“Şopajo: “Em ê mêzekin” got û bêyî ku tiştekî din bêje hêdî hêdî ji wê rê dûr ket. Çend gav avêtin û xwe da ser kevirekî mezin. Li ser totikan rûnişt. Şewqeya xwe bi şûn de da. Qutiya xwe ya zivîn, nexşandî ya titûnê, ku wî hîn jî bêyî titûna zer a Mûşê nikaribû gûmek jî bikişandaya, ji berîka şelwarê xwe yê qebardîn derxist. Girt nava
destê xwe, mîna bi merasîmeke berbiçav vekir. Berê, rêsiya titûnê nêzîkî pozê xwe kir. Bêhn kir. Behna titûnê kişande nava xwe. Behn di nava xwe de heps kir. Di pey re, peleke gûlî, ji desteyên pelî qetand.
Di nava tilîkên destê xwe yên çepê de û bi tilîkên xwe yên girêkê ve titûn lê raxist. Cixareya xwe bi kêf û bi baldarî pêça. Pelê cixareyê lê wergerand. Aliyekê pelî bi zimanê xwe şil kir. Careke din pel, bi
titûna ve pêça û şidand. Keraxê şil bi aliyê din ve zeliqand. Serê pelê cixareyê lê wergerand û cixareya xwe ya qaçax kir nava lêvên xwe. Bi çaqmaqeke naylonî pêxist. Ji cixareya ku di nava tilîkên wî yên zerbûyî de, gûmên mezin jê kişandin û dû bi ser xwe de hêdî hêdî berda. Bi hizirîn, bi simbêlê xwe yê mîna serê tilîkên wî ên nîşanê û
navê zerbûyî re, lîst. Di her firsendê de jî, çavên xwe kuta xebata li ser tesbît a cih û lêkolîn a delîlan.”

Yayın Tarihi
ISBN 6052246252
Baskı Sayısı 1
Dil KÜRTÇE
Sayfa Sayısı 168
Cilt Tipi Karton Kapak
Kağıt Cinsi Kitap Kağıdı
Boyut 13 x 19.5 cm
 
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapavrupa.com/kitap/sopajo/483794.html"> <img src="https://img.kitapavrupa.com/v1/getImage/fn:7475072/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
%
35
indirimli
7,25 €
Liste Fiyatı: 11,16 €
Kargoya Teslim Tarihi: SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Okuyacağım (0)
Okuyorum (0)
Okudum (0)

 
KitapAvrupa © 2025
© 2010-2025 Her Hakkı Saklıdır.