Öneride bulun
  Süper Fırsat

Adat u Rusumatnameye Ekradiye

Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye yek ji bi dehan berhem û xebatên hêja yên Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Bazîdî ev berhema han di sala 1857/58'an de bi handan û rênîşandêrîya A. Jaba nivîsandiye. Hemû alîyên urf û adetên Kurdan, bi awayekî kurt, lê tijî û dagirtî raxistine ber çavan. Ji ber vê yekê, ev berhemeke sûdbexş e û ji bo civaknasîya Kürtçe çavkanîyeke hêja û biqîmet e. Di vî warî de jî tekane ye.
Mela Mehmûdê Bazîdî, nivîskar û zanayekî Kurd ê gelekî piralî û têrberhem e. Ew hem dîplomat, wergêr, çîroknivîs, ferhengnivîs, zimannas û di pêşîya hemûyan de jî civaknas e.
Di vê berhema nirxdar de, tîpguhêzîya bi alfabeya Latînî, tîpguhêzîya bi tîpên Krîlî û nivîsa resen a bi tîpên Erebî di pirtûkê de cih digirin, ku ev yek bi tena serê xwe dikare bibe çavkanîyeke hêja ji bo xwîner û lêkolîneran ku xebatên xwe yên akademîk di derbarê vê berhema Kurdewar a dîrokî de bidin meşandin û alîyên wê yên cihêreng vekolin.
Ev kitêba di nav destên we de, yekem lêkolîna civaknasî, etnolojî û etnografî ya li ser Kurdan e ku bi zimanê Kürtçe hatiye nivîsandin.

Yayın Tarihi
ISBN 9786055683283
Baskı Sayısı 1
Dil KÜRTÇE
Sayfa Sayısı 304
Cilt Tipi Karton Kapak
Kağıt Cinsi Kitap Kağıdı
Boyut 13.5 x 19.5 cm
 
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapavrupa.com/kitap/adat-u-rusumatnameye-ekradiye/251814.html"> <img src="https://img.kitapavrupa.com/v1/getImage/fn:12103455/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
%
35
indirimli
10,53 €
Liste Fiyatı: 16,20 €
Kargoya Teslim Tarihi: Yaklaşık 9 İş Günü
Kazanacağınız Puan: 372
Okuyacağım (0)
Okuyorum (0)
Okudum (0)

 
KitapAvrupa © 2026
© 2010-2026 Her Hakkı Saklıdır.