Öneride bulun
  Süper Fırsat

Stranên Xwedê

“Dema ku ez dikevim nav gumanan, dilteng û bêhêvî dibim û ez di asoyê de tu tîrêjên ronahiyê nabînim,  ez berê xwe didim Bhagavad Gîtayê, li dû hevokekê dikevim ku min asûde bike û paşê pê re dikenim û xemgîniya min vedireve.”
Mahatma Gandhi
 
”Mezinahiya Bhagavad Gîtayê di wê yekê de ye ku jiyana xweş û rast a felsefeya di nav dîn de aşkere dike.”
Hermann Hesse
 
“Bhagavad Gîta nîşana sîstematîk a geşbûna ruhanî ya mirovahiyê ye. Ev, kurteya herî aşkere û giştî ye. Lewra qîmeta wê ya berdewam ne tenê ji bo Hindistanê ji bo tevahiya mirovahiyê ye.”
Aldous Huxley
 
“Gîta di dinyayê de ji bo fêrkariyê mezintirîn çavkanî ye.”
Arthur Schopenhauer
 
Gîta ku bi zimanê sanskrîtî bi strankî hatiye nivisîn, ji 700 sutrayan (ayet) û 18 beşan pêk tê. Ew di warê zimanî û wêjeyî de gelek giranbiha ye. Her yek ji wan qala çendîn babet û rêyan dike ku ew hevdu temam dikin. Ew hemû jî di dawiyê de ber bi armancekê ve diçin ku ew jî gihiştina bi heqîqetê û azadiya mirov e. Lewra mebesta sereke ya Gîtayê azadbûna mirov e.
 
Havîna 2008an wergêrê kitêbê bi grûbeke Navenda Yogayê ya Stenbolê re diçe Zanîngeha Vîvekanandayê ya li Hindistanê ku li bajarê Banglorê ye. Serokê zanîngehê H.R. Nagendra pir bi kêfxweşî pêşwaziya wan dike û bi bihîstina wergerandina Gîtayê li zimanê kurdî bi dilekî germ wiha dibêje: “We hay jê heye ku we karekî gelek mezin kiriye. We Gîta li zimanekî bêdewlet wergerandiye.”

Çevirmen: Prof. Dr. Hasan Hüseyin Öztürk
Yayın Tarihi
ISBN 6052246948
Baskı Sayısı 1
Dil KÜRTÇE
Sayfa Sayısı 144
Cilt Tipi Karton Kapak
Kağıt Cinsi Kitap Kağıdı
Boyut 13 x 19.5 cm
 
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapavrupa.com/kitap/strann-xwed/558174.html"> <img src="https://img.kitapavrupa.com/v1/getImage/fn:11289151/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
%
35
indirimli
6,85 €
Liste Fiyatı: 10,54 €
Kargoya Teslim Tarihi: SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Okuyacağım (0)
Okuyorum (0)
Okudum (0)

 
KitapAvrupa © 2025
© 2010-2025 Her Hakkı Saklıdır.